BÎRANÎNA MIHEMED SÊXO (Bave
Feleké)
Helbet ev gotar ne
dilopek ji deryakê ye,
tenê min heskir ku
pencerekê li jiyana wî
vekim, dibe ko sura bayê
wî li kesên ko ji muzîkê
fam dikin bixe û karekî
ji vî kesê hêja re bikin.
Divê gotarê de ez ber bi
muzîka wî ve nêzîk
nebûme jiber ko ev
bêhtir kar û xebata
kesên bi taybetî ko
bendewarin bi mûzîkê re,
lê min bi kurtî jiyana
wî bi awakî çîrokî û
hesanî nivîsîye ji bo
herkes jê fam bike û di
serî û sawîrê wî de
bimeye, bêtirîn
alîkariya birayê wî (BEHA)
ez sipas dikim, dawî ez
bihêvîme ji hemû kesên
ko ji MIHEMED ŞÊXO hes
dikin vê gotarê ji 11
kesên ko bi kurdîya
latînî nizanin bixwînin,
û hesdikin MIHEMED ŞÊXO
bixwînin.
Di sala 1948´an de li
gundê girbawî hate dinê.
MIHEMED SALIH kurê
ŞÊXMÛS, diya wî FATMA ye,
kalkê wî EHMEDÊ ``DOQO``
ye, berî ku biçe
dibistanê, ji girbawî rê
girt xecokê û li vî
gundî dibistan xwend, di
dersxana sisiyande quran
xitimkir û gelekî jîrbû
di xwendina olperestî û
di ya din da jî,
belengazekî melûlbû,
kesekî tuştek jê
bawernedikir û ji nanê
hişk pir hesdikir û
gelek dixwar, di van
deman da û ew jî hîn
zarobû diya wî xewnek dî
bû û ji Şêx reşîd re
gotibû: min di dît di
qulikekêre şewqek tûj
xwe bera nîvê hundurê me
dabû. Şêx lê vegerand û
got: wê kurek ji kurên
we yan wê dunyayî be yan
jî wê axretî be, wê
gelek nav û deng pêkeve.
Ku xwendevanê hevalên wî
dersên xwe ezber
nedikirin li alî wan
dima bo ku pêş çavên wî
lêdanê nexun, û nerînên
wî ên qatî hatibûn der
nemaze dema komonîst
gihiştibûn gund û
belavokên wan xwend,
tanî carekê bi SELAH re
bi şevê xistibûn zindana
dibistanê lê li tuştekî
mukur nehat.
Wekû mişextan bi serê
malbata wan hatibû, di
1963 an de ew her demekê
li gundekî bûn, li
AMIR-GIRBAWÎ-NICIM. Lê
ewya li ba apê xwe EHMED
dima û dibistana jêrî bi
dawî kiribû, rê girt bal
apê xwe BERCES li bajarê
Qamişlo û di gel wî
salekê ma, ji ber ku di
xwendina xwe de gelek
jîr bû gundiyên wî dexse
wî dibûn û jê di
tengirîn ji ber ku kurên
wan ne wisa bûn, gotinên
bi derewî bi dû dixistin
wekû meyê vedixwe û
herroj serxoşe û diçe
şahiyên fileha, ev tev
ji bo dev ji dibistanê
berde û bibe mînakî
kurên wan lê ewya ma û
xwend lê paşî salekê ji
hatina wî ku di dersxana
8 an bû li dibistana ``Irûbê``
êş kete çavên wî û bav
jî perîşan bû, da
xwendevanên hevalên wî
ji wî re çend qirûş dan
hev û birêkirin Helebê
ji wê rojê de guzlik
danî, xwendevanan
pîrozbehiya wî kirin û
kêf xweş bibûn ku bavê
wî jibo wî carekê hatibû
dibistanê, mamostan jêra
gotin bibêje kurê xwe
bila gelekî bi mere guft
û goyê neke, li pêş
çavên xwendevanan, ji
ber ku em şerm dikin, ma
wek meye yan wekî wîye?
Bavê wî bersiva wan da û
got: “Na weleh weke wîye
û ne weke weye”. Kurê wî
çavê wî ji kesî
nedişkestin û ser ê xwe
ji kesî re neditewand,
ji ber ko filehên
“Partiya netewa Sûryê”
gelek serêşandin ji
xwendevan û Şagirtên
kurdan re diafirandin
MIHEMED xwendevan li
dora xwe dicivandin û
dest bi tenbûr û mûzîka
kir û şahiyên ARAM jî
amade dibû. Tenbûr ji
galon û ji kodikan û ji
darka çêdikir (li gund
çêdikirin) apê wî HUSÊN
carekê tenbûrekê bedew
çêdike; ji FARÛQÊ ŞÊX
HEMÎDÊ HUSEYNÎ ê “Berko”
pêve tu kes nebû ko
zanibe lê bide û FARÛQ
jî ji heftiyê carekê
dihat gund , apê wî jî
tenbûr dikir sebetê û lê
kilît dikir ji ber
destên MIHEMED ê ko dilê
wî li ser diperitî, paşî
apê wî jêre got: Ezê
çend stranên kurdî bêjim
ko te lêxistin ezê bidim
te û bila ji tere be, lê
MIHEMED ne tenê ew
lêxistin belê çendekê
erebî jî lê dan. Mixabin
temenê wê tembûra bedew
kurt bû, ji ber ko
carekê li hewşê lêdixist
û ji nişkade bavê wî û
mele û yekî din derbasî
hewşê bûn, ji tirsa
tenbûrê re bilez sipart
qurçikekê û paçek bi ser
werkir, ji hemû deveran
mele pala xwe da tenbûrê
û qirçînî jê anî û got:
Ev çibû?. MIHEMED di
nava xwe de tengirîbû û
gotibû: Ne tuştek bû.
Di 1967 an de dibistanên
Sûryê deryên xwe
girtibûn ji ber şer,
MIHEMED rê girt û çû
gundê xecokê û kesên
gundî bi hatina wî
kêfxweş bûbûn, ji ber ko
ew jî bûbû wekû kurên
wan, dema ko dibistan
dîsa vebûn, bavê wî pere
nedanê li ser gotinên
xelkê û nema çû xwendinê
û ji leşkeriyê jî efû
bûbû ji ber çavên xwe,
mabû ko alîkariya bavê
xwe bike û barê malê
hilgire.
Têkiliyên wî yên
polîtîkî bi partiya
qomonîsta Sûryê re hebûn,
lê pir dom nekirin ji
ber ko li ser XALID
BEGDAŞ stran negotin
wekû wan dixwest û ji
ber ko bîra Kurdan
nedibirin. Jiyana wî di
malê de gelekî dijwar bû,
yek ji wan dijwariyan,
çaxê ko di embara baran
de radiza, gelek caran
di tariyê de şevên
zivistanê diborandin,
gelek caran diçû gundan
li tenbûrê digerya û
şevbêrkên xwe wisa
diborandin û li radyo jî
guhdarî dikir.
Di 1969 an de gelek
caran diçû bal HUSÊNÊ
TEWFO û XELÎLÊ ÊZÎDÎ
çimkî tenbûr hebû û li
gundê NÊF cara yekemîn
bû ko eşkere stran gotin,
û li tenbûrê da ji bo
beyana 11 Avdarê di 1970
î de. Bavê wî li ser
zimanê MELA hergavê jêre
digot: Ê ko li tenbûrê
xîne îman di tiliyên
wîde namîne. Hingî ko
perîşanbûn koçemal
parkirin “binya red”
avdanî dikirin, ji
gundekî diçûn gundekî.
Hingî dilê wî bi ser
tenbûra wî vebû pirê
caran dihate
şikandin-carekê hîn li
wira tenbûra wî di
pencerê de bû, mirîşkek
kete pencerê, bû kiş
kişa wî ji bo ko berde
wê lê mirîşkê tenbûr da
erdê û kir du perçe,
rabû bi pey mirîşkê ket
û nigê wê şikand. Di wê
salê de derbas dibe
“Turkiyê” bi qaçaxî.
Tadayî qebûl nedikir,
carekê pezê ereban
ketibû nava pembûyê wan
da, li yê ereb da, di
nefsa salê de “HELÎMO
BAVÊ LUQMAN” li wê
deverê avdançîbû, li ser
avê li yekî ereb xist û
di coga avê de dirêjkir,
ê ereb gazî hogirên xwe
kir; tevî vê jî MIHEMED
bi mêrxasî hemberî wan
sekinî û demançe li wan
derxist û wisa got: Ê ko
nêzîk bibe bê şek ew
kuştiye. Yekî ji wan
ceger nekir û xwe
nespart wî.
Di 1970 î de û piştî
vegeryabûn gund, berê
xwe dabû BEYRÛTÊ da ko
hînî mûzîkê bibe, û bi
xurtî dest bi muzîkê kir
û li wêderê bibû endamek
di koma “Serkewtin” de
digel MEHMÛD EZÎZ û
RIFET û SEÎD YÛSIF.
Berpirsyarê komê di cîde
wî qebûl dike. Di
şahiyek wî da serokê
Libnanê “SULÊMAN
FERENCIYÊ” amade dibe û
gelekî razîbûna xwe da
xuyanîkirin. Di radyaoya
Libnanê de stranên wî
yên kurdî belavbûbûn û
di wê çaxê de navê wî
bûbû MIHEMED ŞÊXO û
SEMÎRA TEWFÎQ ji wî
xwest ko di koma wê
muzîkî de karbike, û
bûbû endamek di yekîtiya
hunermendên Libnanê de,
stranê ko bi wan bûbû bi
nav û deng bi hevkariya
MEHMÛD EZÎZ-MEHMÛD ECLÎ
, (
gewrê-zeynebê-gulîzar-hebs
û zindan- rabe ji xewê-
eman dilo- di baxan di-
ber dilê min pir şêrîne.).
Derbasbûna wî Libnanê bi
qaçaxî bû.
Di 1972 ji Libnanê
derket ji ber ko kirina
kuştina wî bû, nerîna wî
di Libnanê de ev bû
“nêzîk ne dûr wê kesek
nema karibe di Libnanê
de bijî”. Ev gotina wî
di 1972 an de bû, piştre
di koma muzîkî ya
RIMÊLAN de bû
berpirsiyarê wê komê û
ji bo bîrhatina “TEVGERA
TESHÎHΔ xwe da alî û
nema çû karê xwe û
RIMÊLAN berdane wî, dawî
divê salê de çû IRAQÊ û
di radyoya kurdî de stra
(gewrê-bexçê gula- ber
dilê min pir şêrîne- di
baxan di- eman dilo.).
Piştî ji IRAQÊ vegerya û
hatibû SÛRYÊ dest bi
stranên netewî kir û di
şevbêrkan de jî gotin,
piştî guhdana wî ji kêşa
miletê Kurd re “HIKÛMET”
lê gerya. Bêtirîn
SALOXGÊRÊN KONEVANÎ ên
ko nifûsa wî her gavê li
bal wan bû, debara wan
ji ber nebû ew sirgomge
kirin LIBNANÊ, şevekê ma
û ji wirde kemanek jî bi
xwere anî, li QAMIŞLO
dîsa li himber SLOXGÊRAN
hat.
Di 1973 an de careke din
li IRAQÊ di radyaoya
kurdî de stra ( deh û
yek adar- cejna azadî-
azad tû şêrîn- ez bûm
pîrê xem civîn- min
bihîstî tû
nexweşe-dilgirtiyên
awrên çavên wî). Li wir
vê carê TEHSÎN TAHA,
GULBIHAR-ŞEMAL SAIB,
BIŞAR ZAXOYÎ, MIHEMED
CEZRAWÎ û ÎSA BERWARÎ
naskirin. Strana TEHSÎN
TAHA a bi navê “aso û
destaro” stra, TEHSÎN ew
ramîsand û jêre gotibû:
Te ji min xweştir kir.
Di vê salê de ( yadê
rebenê- ez keçika kurdî
me-kê dinya hejand)
deranîn û çû BAŞÛRÎ
KURDISTANÊ , sê mehan
mabû û BERZANÎ yê nemir
bi wî re rûnişt û 500
dînar û ala rengîn
diyarî wî kiribû.
Di 1974 an de cardî
vergeryabû QAMIŞLOKÊ, lê
saloxgêran dev ji wî
negeryan û herroj ew
digirtin û lêdixistin,
tanî carekê derengî şevê
bû hatibû gundê Xecokê,
diya wî jê pirsî: “Tu li
kû bû ta naka” wî gotibû:
Ez di nav dara de bûm.
Ji lêdan û lêxistinê pir
nedikarîbû xwe bide ser
nigên xwe, bi dîwaran ve
dimeşiya û gorê xwe
nedanîn ji ber ko bi
nigên wî ve mabûn.
Carekê saloxgêrin nû
hatibûn Qamişlo, lê
zîvirîn û jê pirsîn: Tu
ye MIHEMED ŞÊXO…? Wî got:
Na ez MIHEMED SALIH
EHMED im wekû di nifûsa
wî de bû, dev jêgeryan û
ewî jî xwe da alî.
Ji ber ko debara wî ji
ber destên saloxgêran
nema bû, di 1975 an de
bi carekê re çû Îraqê û
pêşewaziyek germ pê bûbû,
salekê ma, piştî
şikestina 1975 an bi
pêşmergan re rê girt
Îranê bi navekî Îraqî.
Li Îranê ev stran
derxistin (ji mihabad-
di zindan ê- xem û
xeyalê- ey felek-
bêzarim). Lê li wira îca
safakan dev ji wî
bernedan û gelekê caran
rê kirin dû, doza wan jê
ko navê Kurdistan
buguhere bi Gulîstan,
MIHEMED ji wan re gotibû
: Ez ji bo vê gotinê li
virim. Hember ko ewê jî
turumbêlekê û xanîkî û
mûçiyekî hêja bidne wî.
Carekedî ew xwestin bi
sedema ko MIHEMED di
strana “ey felek” de
gotiye: “Em bê dost û bê
kesin”, ma vaye em we
xwedî nakin, çawa tu yê
wisa bêjî? MIHEMED ji
wan re gotibû: Heger
dost û kesên me hebana
weyê çima em xwedî
bikirna, û ji ya xwe
nehat xwar û dersên
erebî dabûn ji ber ko
gotibû zarê erebî bi min
re ye û mûzîka jî bi
hunerî re dabû, di
navbêna sê bajaran de
diçû û dihat dawî li
GUNBED rawesta.
Piştî ko hêvya wî bi
vegerê nema bû zewicî di
1977 an de, ya ko anî jî
Şagirta wî bû, navê wê
NESRÎN HUSÊN MELEK ,
bavê wê ji siwarên QADÎ
MIHEMED bû, dema ko
xwestibû ji 25 kaxeza
pêve pêre tune bû û odek
bi hesîrekê.
Çar zarok li wira jêre
bûn “Bêkes” mir- Felek,
Birahîm, Birûsk. Di 1979
an de “ ji mihabad, ji
kanîya xwîna şehîdan”
derxist û di 81 de “gava
ez mirim” derxistibû û
di radyaoya kurdî de jî
gelek caran stra. Carekê
mirovekî “s.s” raporek
pê nivîsîbû ko hevpişkî
bi turkumanya re kiriye
di xwpêşandan de û wênê
wî li ser wêneyekî di
xwepêşandanê de siwar
kiribû ji bo jê bawer
bikin û ji bo wisa
fermana bidarvekirinê
dane wî, lê yê dadvan
dostê wî bû û ew baş
nasdikir ko ne ji wan
kesa ye, biryar têkda û
ew bexşîn kir. Gelek
caran kirina kuştina wî
bû tanî carekê hema ko
derbasbû cîgehê “Partya
yezdan” li wî û cîgeh
wekû baranê gule
barandin, bûbû tîq-tîqa
wî piştî şer, yekî jêre
gotibû: “Xwe tazî bike
ileh tu brîndar bû ye”.
Di 29.12.1982 an de li
balafirgeha Şamê peya bû
û ji saloxgêran re
gotibû: “Ez hîn yê berê
me, yan jî ezê vegerim”
piştî sê rojan gihaşt
bajarê QAMIŞLO.
Di 09.03.1989 an de çû
se dilovanya Xwedê û bi
dehê hezaran mirov bi dû
darbesta wî de meşiyan.
Mihemedo ronî min go,
minê çi ji te re got û
tu xeyidî
Lê ava gola li min û
Mihemedê min cemidî
Giyakê çola li min û
Mihemedê min seridî
Lê heke yê neqeba herdu
dilê şêrîn xera bike
Lê eger qîz bê tu car
nezewicî
Erê eger jin bê tu car
newelidî
Lê eger xort bê bi
ciwanîka xwe şa nebî
|
|
|
|
|